Serokwezîrê nû yê Pakistanê îro tê hilbijartin

Piştî ku hikûmeta Îmran Xan bi dengdana bêbaweriyê li Pakistanê hat hilweşandin re, îro dê serokwezîrekî nû were hilbijartin.

Ekleme: 11.04.2022 10:25:31 / Güncelleme: 11.04.2022 10:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî rêziknameya Meclisa Netewî, eger cihê serokwezîriyê vala bibe, divê parlamento bêyî ku karê duyemîn bike, serokwezîrekî nû hilbijêre.

Ji bo serokwezîrtiya ku pêwîste kesê namzed misilman be, pêwîst e 172 deng an jî zêdetir deng bidest bixe ku ev jî sînorê piraniyê ye.

Tê diyarkirin  serokê  Lîga Mislimanên Pakistan-Nawaz Şahbaz Şerîf bibe serokwezîrê nû.

Hikûmeta Îmran Xan di encama dengdana pêbaweriyê ya ku roja borî li Pakistanê hatibû kirin de hilweşiya. (ÎLKHA)