Li Kabîlê êrîşa bi bombe: 2 leşker birîndar bûn

Li Kabîla paytexta Efxenîstanê leşker hatin hedefgirtin û bi bombeyan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 09.04.2022 14:05:29 / Güncelleme: 09.04.2022 14:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li herêma Karwan Salîma Kabîlê bombe hatibû kirin bin erdê û ew bombe di dema derbasbûna erebeya leşkerî de teqîya.

Di encama êrîşê 2 leşker birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku leşkerên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û hatin kirin bin tedawîyê.

Hê tu kes li êrîşê xwedî derneket lê derheqê êrîşê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)