Sîyonîstên îşxalker êrîş li Cenînê kirin: Şehîdek û 13 birîndar

Rejima sîyonîst a îşxalker di seatên serê sibê de êrîş li Cenînê kir, di encama pevçûnê de micahidek şehîd bû, 13 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.04.2022 12:35:12 / Güncelleme: 09.04.2022 12:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima sîyonîst a îşxalker piştî çalakîya Şehîd Raadê yê ku di 7 Nîsanê de kiribû, îro jî di seatên serê sibê de êrîş li kampa Cenînê kir.

Îşxalkeran, mala Şehîd Raadê dorpêç kirin û daxwaz kirin ku bavê şehîd desteser bikin. Bavê şehîd teslîm bûna ji îşxalkeran re qebûl nekir.

Rejima îşxalker, di gelek cîhan de êrîşeke mezin li kampa Cenînê kir û di hinek cîhan de jî nîşandaran bi cîh kir.

Di kûçeyên kampê de di navbera şerwanên berxwedanê û sîyonîstan de pevçûneke mezin pêk hat. Şerwanên berxwedanê dem bi dem bi bombeyan jî bersivê îşxalkeran dan.

Hat destnîşankirin ku di encama pevçûnê de Ahmed El-Saadîyê ji Tugayê Cennînê bû şehîd bû û herî kêm 13 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşa îşxalkeran de di aparloyên mizgeftan de jî banga berxwedanê hat kirin.

Di encama berxwedana mirovên ku di kampê jîyan dikin de leşkerên îşxalkeran mecbûr man ku ji kampê vegerîyan. (ÎLKHA)