Di daxuyanîya ku ji teref Sefareta Tirkîyê li Tel Avîvê ve hat belavkirin de weha hat gotin:
“Em êrîşa ku di tarîxa 7ê Nîsanê de hat kirin şermezar dikin. Em van êrîşên ku di demên dawîn de tên kirin di nav endîşeyê de temaşe dikin.
Em ji malbatên wan kesên ku di êrîşê de canê xwe ji dest dane re, ji hikumeta îsraîlê re û ji xelqê îsraîlê re hewarîya xwe teqdîm dikin û ji bona birîndaran jî şîfa acîl daxwaz dikin.”
Raad Fathi Hazemê 29 salî, di tarîxa 7ê Nîsanê de li ser Ceddeya Dîzengoffa Tel Avîvê çalakîyek kiribû û di encama çalakîyê de 2 kes miribûn, hinek jê giran 12 kes jî birîndar bûbûn. Hazem piştî çalakîyê revîya bû lê li bajara Yafayê di encama pevçûna ku bi rejima îşxalkeran re dikir de şehîd ketibû. (ÎLKHA)