Li Burkîna Fasoyê êrîş li leşkeran hat kirin: 16 mirî

Li herêma Centre-Nord êrîş li leşkeran hat kirin, di encama êrîşê de 16 leşker mirin, 21 leşker birîndar bûn.

Ekleme: 09.04.2022 11:50:09 / Güncelleme: 09.04.2022 11:50:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin kesên ku nasnavên wan nayê zanîn li navçeya Sanmatengayê yekîneya leşkerîyê hedef girtin.

Artêşê Burkîna Fasoyê derheqê êrîşê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku di encama êrîşê de 16 leşker canê xwe ji dest dan û 21 leşker jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ji bona ku wan êrîşdaran bên qefaltin xebat hat destpêkirin.

Rayedar jî, DAÎŞê mesul dihesibîne. (ÎLKHA)