Li Sêrtê li dijî PKKê operasyon: 5 binçavî

Li Sêrtê li dijî PKKê operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 5 kes hatin binçavkirin û ji wan 5 kesan yek jî hat girtin.

Ekleme: 08.04.2022 15:40:35 / Güncelleme: 08.04.2022 15:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîya Sêrtê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji teref Midirtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê ve li navenda bajêr li hember PKK/KCKê operasyona hevdemî hat lidarxistin. Di encama operasyonan de kesek fîrar bû û ji bona ku bê qefaltin xebat berdewam dike, kesekê dinê jî piştî pirsyarkirinê hat berdan, 3 kesên dinê yên ku hatin teslîmkirin meqamên edlî û ji wan 2 kes jî bi şerta qontrola edlî hatin berdan, kesekê yê dinê jî hat girtin û ji Sazîya Înfaz û Cizayê re hat teslîmkirin.” (ÎLKHA)