Ukrayna derheqê windakirina Rusan de agahî da

Serokatîya Genelkurmay ya Ukraynayê ragihand ku heta niha nêzê 19 hezar leşkerên Rus canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 08.04.2022 14:55:31 / Güncelleme: 08.04.2022 14:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Genelkurmaytîyê ji 24ê Sibatê heta niha 700 heb tenqên Rusyayê, 1891 heb erebeyên herbê yê bi zirh yê Rusyayê, 333 heb sîstema top yê Rusyayê hatin îmhekirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku heta niha 150 heb balafir, 135 heb helîkopter, 135 heb amûrên bi motor, 1361 heb erebe, 7 heb keştî an jî kelek hatin îmhekirin.

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin ku hêjmarê mirîyên leşkerê Rusyayê jî zêde bûn û bûn 19 hezarî. (ÎLKHA)