Li Ukraynayê di dema tehlîyekirina sîwîlan de êrîş: 30 mirî ji 100î zêdetir birîndar

Hat dîyarkirin ku li herêma Kramatorska girêdayê bajara Donetskê ye di îstasyoneke tirênê de di dema tehlîyekirina sîwîlan de bi fuzeyan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de herî kêm 30 kes canê ji dest dan û ji 100î zêdetir însan jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.04.2022 12:35:32 / Güncelleme: 08.04.2022 12:35:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pavlo Kyrylenkoyê serokê bireveberîya leşkerî yê herêma Donetskê, di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji îstasyona tirêna Kramatorskê re ji teref fuzeyên Rus ve êrîş hat kirin, di encama êrîşê de gelek mirî û birîndar hene.

Kyrylenko, di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku êrîş di dema tehlîyekirina sîwîlan de pêk hat û di dema êrîşê de herî kêm hezar kes însan di îstasyonê de hebûn.

Li gorî çapemenîya Ukraynayê herî kêm 30 kes mirin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku li îstasyona tirêna Kramatorskê her roj sîwîl tên tehlîyekirin. (ÎLKHA)