Ciwanê Filistînî yê ku doh du siyonistên îşxalker kuşt hat şehîdkirin

Ciwanê Filistînî yê bi navê Raad Fethî Hazem ê ku duh li Kolana Dizengoff a Telavîvê li ser xaka dagirkirî 2 sîyonîstên dagirker kuşt ku îro danê sibê di pevçûna ku bi dagirkeran re pêk hat de şehîd bû.

Ekleme: 08.04.2022 11:45:28 / Güncelleme: 08.04.2022 11:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Raad Fethî Hazemê 29 salî piştî xwepêşandana şeva borî ya li Kolana Dizengoff a Tel Avîvê, ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn, bi ser ket ku ji cihê bûyerê dûr bikeve

Rejîma dagirker piştî çalakiya çekdarî ji bo girtina Hazemê dest bi lêgerîneke dijwar kir.

Dema ku hat tesbîtkirin ku Hazem îro danê sibê li bajarê Yafayê li nêzî mizgeftekê ye, siyonîstên îşgalker û terorîst, ew navçe dorpêç kirin. Hazemê ku banga teslîmbûnê qebûl nekir di encama pevçûna ku derket de şehîd ket.

Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku şehîd penaberekî Kampa Cenînm ye ku ev kamp li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirbûyî ye.

Bavê şehîd qala lawê xwe kir

Piştî şehadeta Hazim Filistînî ji bo sersaxiyê û her wiha ji bo tebrîkan ji bo ji malbatê re ragihînin çûn mala Hazim.

Bavê Şehîd Raad Fethî Hazem ji medyaya Filistînê re axivî û diyar kir ku kurê wî xwedî karaktereke xurt, ji nimêjê re hestiyar e, bi sebir û hurmeteke mezin ji malbata xwe re nîşan dide.

Bav Hazim, anî ziman ku Raad di warê kompîtur, înformatîk û teknolojiyê de pispor e, ew xwedî zîrek û kesayeteke bilind e û kurê wî jî kesekî ku bi hawîrdora xwe re pir baş li hev dike ye.

Bav Hazim tekez kir ku ew û kurê xwe herî dawî çend roj berê li ser sifreya taştê li hev civiyane û îro piştî ku nimêja sibehê li mizgefta Yafayê bi cemaat eda kiriye dema ku bi rojiyê şehîd bûye.