Li Sudanê di navbera eşîran de pevçûn: Herî kêm 100 kes hatin kuştin

Hat desnîşankirin ku li herêma Darfura Başûr di navbera eşîran de di 26ê Adarê de pevçûn dest pê kir û ev pevçûn 5 roj berdewam kir, di encama pevçûnê de 6 jê zarok herî kêm 100 kes hatin kuştin.

Ekleme: 08.04.2022 10:30:35 / Güncelleme: 08.04.2022 10:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat daxuyandin pevçûna ku li herêma Darfura Başûrê dest pê kir li 11 gundên dinê jî belav bûn, hinek gund hatin şewitandin û nêzê 500 kesan jî xwe sipartin bingeha leşkerî ya ku aîdê artêşa Sudanê ye.

Li gorî agahîyan hat îfadekirin ku 15 hezar însan ji pevçûnê tesîrdar bûn.

Li herêma Darfura ku lu rojavaya welatê ye, di navbera eşîran de ji ber ‘erd, heywan û avê carna pevçûn derdikeve, di encama van pevçûnan de jî bi sedan însan canê xwe ji dest didin. (ÎLKHA)