Êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst li Qudsê di roja 5emîn de ye

Rejima îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên ku di serê rojîyê de li herêma Derê Şamê ya Qudsê dest pê kiribû de, di roja 5emîn de berdewam dike.

Ekleme: 07.04.2022 11:40:29 / Güncelleme: 07.04.2022 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima sîyonîst ê ku di her meha Remezanê de êrîşên xwe yên li ser Misilmanan li gorî mehên dinê zêde dike, wan êrîşên xwe îsal jî zêde kir.

Hat destnîşankirin ku 3 ciwan û zarokek li herêma Derê Şamê ya Qudsê dema ku ji êrîşan îşxalkeran re bertek nîşan didan ji teref rajima îşxalker a sîyonîst ve hatin desteserkirin.

Li gorî agahîyên ku derheqê êrîşên doh êvarê hat kirin de hatine bidestxistin, hinek îşxalkerên sîyonîst ên ku bi navê musta'rabîn tên navkirin jî bi li xwe kirina cilê mehelî xwe veşartin û êrîş li Misilmanan kirin, wan îşxalkeran êrîş li hinek endamên çapemenîyê jî kirin, wan li herêmê dûrxistin û ji bona vîdeoyan nekşînin jî ji wan re astengîyê derxistin.

Li gorî daxuyanîya dadwerekê hat hînbûn ku wan sîyonîstan di encama êrîşên ku ji serê Remezanê heta niha li Derê Amudê kirine de 33 ciwan û zarokek jî desteserkirin. (ÎLKHA)