Ji bingeha TSKyê ya li Musulê re êrîş

Ji bingeha TSKyê ya di nav sînora wîlayeta Nînowayê yê ku li bakura Musulê de ye re bi roketan êrîş hat kirin.

Ekleme: 07.04.2022 11:15:29 / Güncelleme: 07.04.2022 11:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê hêjmarên roketên ku li Bingeha Zelkanê ya aîdê TSKyê ketîye de tu agahîyek nehat dayîn lê piştî êrîşê ji teref leşkerên Tirkîyeyê ve ji cîhê ku roket hat şîyandin re bi topan bersiv hat dayîn.

TSK, li Başîkaya ku li bakura Musulê ye di tarîxa 2015an de bingeh ava kiribû.

Ji bingeha TSKyê ya ku li Başîkayê ye re dem bi dem  êrîş tê kirin.

Hat destnîşankirin ku ji Bingeha Zelkanê re di tarîxa 29ê Adarê û 4 Nîsanê de jî êrîş hatibû kirin. (ÎLKHA)