Ji heqê rêya Stenbolê re ji sedî 40 zem hat

Navenda Koordînasyona Muwasala ya Şaredarîya Bajara Mezin a Stenbolê, ji muwasalayê re qirara zema ji sedî 40 girt.

Ekleme: 06.04.2022 15:55:39 / Güncelleme: 06.04.2022 15:55:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civîna UKOMEyê ku Can Akın Çağlarê Sekreterê Giştîyê ÎBByê serokatîyê dikir de, ji fîyeta muwasalaya civakî re daxwazîya zema ji sedî 40 bi raya piranî hat qebûlkirin.

Li gorî vê qirarê vekirina taksîmetreyê bû 9,8 TL, heqê cîhê kin bû 28 TL, fîyeta bilêta elekronîk jî bû 7,67 TL.

Hat destnîşankirin ku ev zem di tarîxa 9ê Nîsanê de ew ê dest pê bike.

Terîfeya fîyetê ya nû ew ê wisakî bibe;

Fîyeta bilêta elektonîk ya tem 7.67 TL

Abonmana tem 602 TL

Abonmana xwendekar 109 TL

Guhêzên ‘ewil 5.48 TL

Vekirina teqsîyê 9.8 TL

Çûndina cîhê kin yê teqsîyê 28 TL

Daketin û sîwar bûna mînîbûsê 5.25 TL

Heqê serwîsa dibistanê 0-1 KM 554 TL

Heqê serwîsa personelê ya rakirina ‘ewil 295 TL

Teqsî dolmîş (Kadikoy-Bostanci) 10 TL (ÎLKHA)



Etiketler: