Li Kefkenê mayîn hat tespîtkirin

Ji teref Wezareta Parastina Millî ya Tirkîyeyê ve hat daxuyandin ku ew li Kefkenê mayînek tespît kirin û ji wê mayîne re midexele tê kirin.

Ekleme: 06.04.2022 14:50:35 / Güncelleme: 06.04.2022 14:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hîsaba medyaya civakî ya wezaretê de weha hat gotin: “Cîsmekî yê ku wek mayînê bû ku li Kefkenê hatibû tespîtkirin ji teref balafirên Qereqola Behrê ve hat teşhîskirin ku ew cîsîm mayîn e.

Herêm hat bin ewlehîyê. Ji teref ekîbên SASê yê Fermandarîya Hêzên Behrê ve jî ji mayînê re midexele tê kirin.” (ÎLKHA)