Li Efxenîstanê kesên ku bindestê tîryakê ne piştî islahbûnê hatin berdan

Li wîlayeta Kandahara Efxenîstanê 231 girtîyên ku firotina tîryakê kirine û bindestê tîryakê bûne, piştî ku hatine islahkirin hatin berdan.

Ekleme: 06.04.2022 14:40:38 / Güncelleme: 06.04.2022 14:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Seyîd Ahtar Muhammed Axa Huseynîyê Midirê Girtîgeha Kandaharê, di daxuyanîya ku ji çapemenîya mehellî re da de destnîşan kir ku ew 231 girtîyan berdan.

Huseynî, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ji wan kesên ku hatine berdan 220 kes bindestê tîryakê, 11 kes jî tiryakfiroş bûne. Wan mehkûman, di navbera 3 meh an jî 6 mehan de di girtîgehê de mane û di vê pêvajjoyê de jî tedawî û rehabîlîtasyonê dîtine.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin wan kesên ku hatine berdan li gorî qirara dadgehê û bi tewsîyeya doxtoran hatin berdan.

Wan mehkûmên ku hatin berdan jî ragihandin ku ew di girtîgehê de tedawî dîtine û di encama tedawîyê de baş bûn, ji vê rewşa xwe jî razî ne û cardin jî ew ê tîryakê nexebitînin.

Ji micadeleya ku ji tîryakê re tê kirin re gelek girîngî tê dayîn

Talîbana ku îşxala Emrîqayê dawî kir, dema ku hat bireveberîyê ji micadeleya ku ji tîryakê re tê kirin re gelek girîngî da. Gelek kesên ku ji tîryakê re bûne bindest di girtîgehan de an jî di nexweşxaneyan de hatin tedawîkirin û ji tîryakê hatin xelaskirin.

Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, di çend rojên borî de dayîna haşhaşê bi temamî qedexe kir. (ÎLKHA)