Ji Karwana Hêvîyê li Somalîyê mizgeft

Mizgeta Mescîdî Nebewîyê ku di tarîxa 2021ê ya meha Kanûnê de ji teref Karwana Hêvîyê ve temela wê hatibû avêtin, bi duayan hat vekirin.

Ekleme: 06.04.2022 10:05:29 / Güncelleme: 06.04.2022 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya ku li çar alîyê dinyayê, di çarçoveya xebatên alîkarîyê de gelek nîşanên payîdar ava dike, hêvîkirina xwe ya ji mezlum û mixtacan re berdewam dike.

Mizgefta Mescîdî Nebewîyê ku di tarîxa 2021ê meha Kanûnê de ji teref rayedarên Karwana Hêvîyê ve li bajara Mogadîşuyê temela wê hatibû avêtin dawî bû û bi duayan hat vekirin.

Hat destnîşankirin ku weqf, bi vê encamê, ji bona misilmanên ku li herêmê dijîn îbadetên xwe di nav rehetîyê de bikin, îxtîyacîyên wan temîn dike. Ev avahîyên ku tên avakirin, him ji bona cîhê îbadetê tê bikaranîn û him jî ji bona perwerdehîyê re tê bikaranîn. (ÎLKHA)