Li Etiyopyayê mînîbusê qeza kir: 6 kes mirin

Li Addis Ababa paytextê Etiyopyayê ji ber ku mînîbus qeza kir herî kêm 6 kes mirin.

Ekleme: 06.04.2022 09:45:30 / Güncelleme: 06.04.2022 09:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya herêmê, li Addis Ababa teksiyeke mînîbusê ya ku frêna wê têk çû ji kontrolê derket û qulibî.

Hat ragihandin ku di qezayê de 2 jê xwendekar 6 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Heta niha nayê zanîn hemû kesên ku di qezayê de mirin rêwî bûn yan peya bûn.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)