Rejima îşxalker walîyê Qudsê desteser kir

Rejima îşxalker, êrîş li mala Adnan Gaysê walîyê Qudsê kir û wî desteser kir.

Ekleme: 05.04.2022 16:05:39 / Güncelleme: 05.04.2022 16:05:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku leşkerên rejima îşxalker êrîş li mala Adnan Gaysê walîyê Qudsê yê ku li bajaroka Sîlwanê rûdinê kir.

Îşxalkeran, di encama êrîşê de Gaysê desteser kir.

Adnan Gays, dest bi wezîfeya walîtîya Qudsê kiribû heta niha ji teref îşxalkeran ve herî kêm 17 car hat desteserkirin.

Meqamên îşxalkeran di meha tebaxê ya borî de, ji Gaysê re têketina Şerîaya Rojava, civîn û bernameyê an jî alîkarkirina ji xelqê Qudsê re qedexe kiribû û vê qirarê jî nû kiribû. (ÎLKHA)