Çixare di meha Remezanê de ew ê çawa bê berdan?

Yahya Ogerê Serokê Komela Stêrka Kesk destnîşan kir ku meha Remezanê ji bona berdana çixareyê firsetek e, ji bona wan kesên ku daxwaz dikin dev ji çixareyê berdên jî hinek agahîyan da.

Ekleme: 05.04.2022 15:25:37 / Güncelleme: 05.04.2022 15:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Oger di axavtina xwe de destnîşankir ku mirov di meha Remezanê de wek xwarinê de di çixareyê de jî kêmasîyê dike, ji ber vê yekê ji bona berdana çixareyê ku piştî fitarîyê tiştên ku bên kirin agahîyan da.

Oger di axavtina xwe de bi bîr anî ku rojî yek ji şertê Îslamê ye û ew di axavtina xwe de weha got, “Misilmanek dema ku rojî digre pêşî ji bona ku emrê Xwedê ye digre. Ew ê duyemîn jî ev e ku Pêxemberê me dibêje ku ‘Rojî bigre sihhetê bibîne’, ji ber vê yekê rojî him bi tenduristî, him bi psîkolojîk û him jî bi fîzyolojîk feydeya wê heye.”

“Meha Remezanê, ji bona vesihandin û nûkirina bedenê firsetek e”

Oger di axavtina xwe de bedêna însanê wek makîneyek hesiband û weha li axavtina xwe zêde kir, “Ji ber vê yekê makîneyek yê ku 11 meh bixebite, îxtîyacîya wê yê vesihandin û nûkirinê heye. Meha Remezanê, him bi vesihandina bedênê û him jî bi nûkirina bedênê firsetek e û ev meh weka meha tenduristîyê tê pêşîya me. Rojî, terbîyekirina nefsê û qontrolkirina xwe ye. Mantiqa vê îbadetê ev e ku mirov bi şeklekî ruhê xwe û bedena xwe nezirê Xwedê dike, di jîyana wê de çi qas tiştên ku xirabin hebe ew mirov Remezanê ji xwe re wek destpêkê dihesibîne û ji wan tiştên xirab xwe dûr dixe.”

Oger di berdewama axavtina xwe de ji bona wan kesên ku bindestê eraq, tîryak, çixare an jî tiştên dinê ne jî rojîyê wek firsetek dihesibîne û ji bona ki mirov dev ji wan tiştan berde agahîyan da.

“Kesên ku çixareyê vedixwin; bila sîwaqê bixebitînin, avê vexwin û ji vexwerina tiştên bi şekir û gaz jî dûr bikevin”

Oger di bedewama axavtina xwe de weha got, “Ji kerema xwe fitarîyê ji bona vexwarina çixareyê nesekinin. Fitarîyê, belavkirina kêfxweşîya rojîyê û feyde girtina ji wê menewîyetê bihesibînin, xwe jî ji bona wê menewîyet û kêfxweşîyê hîn bikin. Piştî fitarîyê diranên xwe firçe bikin, em ji bona ku hûn di diranê xwe de bişxûlînin sîwaqê tewsîye dikin. Çîmkî xwarina ku di devê mirov de an jî di diranên mirov de bimîne, kurma çixareyê dide mirovan, ji ber vê yekê firçekirina diranan an jî sîwaqkirina diranan ev kurmê bi paşve dibe.”

Oger di dawîya axavtina xwe de weha got, “Piştî fitarîyê sazîyên tenduristîyê bi giştî dibêjin ku; ‘nîv seat bimeşin.’ Em dibêjin ku nîv seat nemeşin ‘nimêja terawîhê ya ku sinete bikin.’ Em dibêjin ku dema ku hûn biçin terawîhê jî biçin mizgefteke dûr ku wî meşandina nîv seatî yê ku sazîyên tenduristîyê tewsîye dikin jî bi kar bînin. Em ji bona wan kesên ku ji çixareyê re bindestin dibêjin ku piştî şîvê zêde avê vexwin. Çîmkî av, di ‘eynî demê de ji bona paqijkirinê tedawîyek e. Ji wan vexwarinên bi şekir û bi gaz, bi taybetî jî ji qolayê dûr bikevin û xwe mihafeze bikin.” (ÎLKHA)