Li Dîyarbekir erebeya polêsan qeza kir: 1 jê polês tev de 3 birîndar

Li Dîyarbekir erebeyeke bi zirh û erebeyeke sîwîl li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê polês tev de 3 kes birîndar bûn.

Ekleme: 05.04.2022 14:30:45 / Güncelleme: 05.04.2022 14:30:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi zirh a ku di bin qontrola polêsekî de bû dema ku li pey dizekî diçû di çarrêya li Kûçeya 87emîn a Taxa Huzurevîyê ya li navçeya Kayapinara Dîyarbekir de li erebeyeke dinê yê ku plaqa wê 47 DD 282 ye qelibî.

Di encama qezayê de polêsek û 2 kesên ku di nav erebeya sîwîl da bûn birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)