Li Erziromê li dijî HDP/PKKê operayon: 6 binçavî

Di encama operasyona hevdemîya ku li navçeyên Palandoken, Xinûs û Tekmanê hat kirin de 6 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 05.04.2022 10:05:30 / Güncelleme: 05.04.2022 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di nav wan kesên ku hatine binçavkirin de serokê navçeya HDPê jî hene û 3 jê pîrek tev de 6 kes bi sûcên “endambûna rêxistina terorê” , “alîkarkirina  ji endamên rêxistinê û ji rêxistinê re” , “propaganda kirina rêxistina terorê” hatin binçavkirin.

Di encama lêgerîna ku di malên wan kesan de hat kirin de çek, muhimat, kitêbên rêxistinî û amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)