Li Rusyayê ji 52 welatan re seferên balafirê cardin dest pê dike

Mîhaîl Mîşustînê Serokwezîrê Rusyayê daxuyand ku seferên balafirê yên bitarîfe û charterê ku ji ber covîd-19ê ji bona tedbîrê hatibû girtin, ew ê di tarîxa 9ê Nîsanê de wan tedbîran bên rakirin.

Ekleme: 05.04.2022 09:30:31 / Güncelleme: 05.04.2022 09:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mîşustîn di daxuyanîya xwe de weha got , “Bi tevî welatên Ajantîn, Hîndîstan, Çîn û Efrîqaya Başûr ji 52 welatên dost re ew ê cardin sefer dest pê bike” û di axavtina xwe de bal kişand ku ew ê welatîyên Rus ji gelek welatan re tu astengîyek çênebe û ew ê bi rehetî dikaribin seferan bikin.

Piştî êrîşa Rusyayê ya li Ukraynayê Emrîqa û Ewrupa ji balafirên Rusyayê re rêyên xwe yên hewayê girtibûn, ji ber vê yekê Rusya jî li hember vê qirarê qirareke wek wan girtibû. (ÎLKHA)