Peyama Barzanî bi bîreweriya şehîdên kurdên Feylî

Ji ser qetilkirina Kurdên Feylî 42 sal derbas bûn ku ji ber vê minasebetê Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Ekleme: 04.04.2022 15:55:34 / Güncelleme: 04.04.2022 15:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temamê metna Barzanî wisa ye:

“Îro di bîreweriya 42 saliya jênosîd û şehîdkirina Kurdên Feylî da, em bi rêz û bi rûmet şehîdan û qurbaniyên kurd yên Feylî û tevaya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn. Bejna xwe li ber wan diçemînîn û silav û rehmetan bo canê wan yê paqij dinêrîn.

Bi tenê ji ber hindê ku wan piştevanî li şoreş û mafên gelê Kurdistanê dikir, bi sed hezaran kesên sivîl ji kurdên Feylî di operasiyoneka jênodîda da li ser destê rijêma berê ya Îraqê rastî raguhastin, derêxistin û jêwrgrtina nasnameyê hatin û bi deh hezaran jî bi yekcaî winda kirin.

Di demekê da ku Dadgeha bala ya tawanan ya Îraqê ev tawan bi jênosîda nasakiriye, lê di vê bîranînê da, em daxwazê ji hikûmeta federal ya Îraqê dikîn ku kurdên Feylî qere bo bike û bi timamî pirsgirêka vegerandina nasnameyê, zevî û milkê wan çareser bike û ji bo wan dadperweriyê misoger bike.

Silav li canê paqijê şehîdan û yada wan bi xêr be.”(ÎLKHA)