Êrîşên îşxalkerên sîyonîst yê li Mescîdî Eqsayê berdewam dike

166 xespkerê Cihûyî, li nêzê mescîdê Babu’r Rahmeyê ê li alîyê dîwara rojhilata Mescîdî Eqsayê ayîna Talmudîkê kirin.

Ekleme: 04.04.2022 14:09:45 / Güncelleme: 04.04.2022 14:09:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xespkerên Cihûyî, bi beheneya ayîna Talmudîkê li alîyê Derê El-Meğarîbeyê êrîş li Mescîdî Eqsayê kirin.

Xespkerên Cihûyî yên ku di bin parastina polêsên rejima îşxalker ketin nav hewşa mizgeftê, di nav hewşê de çend tûrên provokator avêtin û dû re li nêzê mescîdê Babu'r Rahmeyê ayîna Talmudîkê kirin.

Hat destnîşankirin ku wan Xespkerên Cihûyî piştî ayînê ji Derîyê Sîlsîleya Mescîdî Eqsayê derketin derve.

Ji teref rejima îşxalker ve hatibû daxuyandin ku ji bona têketina xespkerên Cihûyî yê di dema meha Remezanê de îzîn hatibû dayîn. (ÎLKHA)