Neteweyên Yekbûyî: Zêdetirî 90 koçber li Lîbyayê mirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Fîlîpo Grandî diyar kir ku di encama binavbûna keştiyekê ya li Behra Spî de 90 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.04.2022 13:55:31 / Güncelleme: 04.04.2022 13:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Grandî  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê trajediya li Deryaya Spî de daxuyaniyek da û ragihand ku di encama bûyera ku pêk hat de zêdetirî 90 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

Grandi li ser nivîsa Rêxistina Bijîşkên BêSînor got, "Zêdetirî 90 kes di trajediya Deryaya Spî de mirin. Ewrûpa kapasîteya xwe îspat kiriye ku bi comerdî û bi bandor 4 mîlyon penaberên ji Ukraynayê bihewîne. Û divê vê carê vê yekê ji wan koçberên din ên ku li ber derîyê wê ne bifikire û tetbîq bike.”(ÎLKHA)



Etiketler: