Di 3 meha ‘ewil ya sala 2022yan de 29 Filistînî hatin şehîdkirin

Hat destnîşankirin ku di 3 meha ‘ewil ya sala 2022yan de, 25 jê li Şerîaya Rojava tev de 29 Filistînî ji teref rejima îşxalker a sîyonîstan ve hatin şehîdkirin.

Ekleme: 04.04.2022 12:05:30 / Güncelleme: 04.04.2022 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên bi teybet yê ku ji teref FÎMEDê ve hatîye komkirin, di 3 meha ‘ewil ya sala 2022yan de 29 Filistînî ji teref Sîyonîstan ve hatin şehîdkirin.

Li gorî daneyan di meha Çileyê de 2 jê ji Ramallahê, 2 jê ji el-Halîlê, 1 jê ji Nablusê û 1 jî ji Qudsê tev de 6 Filistînî hatin şehîdkirin.

Di meha Sibatê de di encama êrîşên îşxalkeran de 3 jê ji Nablusê, 1 jê ji Cenînê, 1 jê ji Ramallahê û 1 jî ji Beytullahîmê tev de 6 Filistînî şehîd bûn.

Di meha Adarê de jî 6 jê ji Cenînê, 3 jê ji Qudsê, 2 jê ji Nablusê û ew ên dinê ji li herêmên dinê yên ku di bin îşxalê dane de ji teref rejima sîyonîst ve hatin şehîdkirin.

Hat destnîşankirin ku di 3 meha ‘ewil ya sala 2021an de, 12 Filistînî hatibûn şehîdkirin. Di meha Çileyê de 5, di meha Sibatê de 3 û di meha Adarê de jî 4 Filistînî hatibûn şehîdkirin. (ÎLKHA)