ÎTTÎHADUL ULEMA bi minasebeta meha Remezanê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de hinek tewsîyeyan kir.
Daxuyanî bi vê ayetê dest pê kir, “Meha Remezanê mehekî wisa ye ku, ev Qurana ku ji însanan re rêya rastîyê nîşan dide û bi delîlên Furqanê (hikmên ku heq û batilê cuda dike) hîdayetê dide, di wê mehê de hat şîyandin. Kî ji we bighêje wî mehê, bila rojî bigre! Her kî jî ku nexweş bikeve an jî di rêwîtîyê de be, di hêjmara (rojên ku nikaribû rojî bigirta) de di rojên dinê de (rojîya xwe bigre). Xwedê ji bona we rehetîyê daxwaz dike, ji bona we zorîtîyê naxwaze.” (Beqere: 185)
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku “Mehên Receb û Şebanê dawî bûn û em gihîştin meha Remezanê yê ku siltanê 11 mehan e. Em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku bila vê mehê ji me re baş bide îdreqkirin.”
Hat destnîşankirin ku Qurana Pîroz; di vê dinyaya gemar de ji bona me rehberekî ye, ji bona ku em rêya xwe bidînin spartekek e, di nav wê de tu şek û şipheyek tineye, kehnîya hîdayetê ya mutteqîyan e.
Di berdewama daxuyanîyê de ji mirovan re hat gotin ku vê mehê ji bona îbadet û xêrê re firsetek e û ji ber vê yekê tewsîyeyan hat dayîn.
Tewsîyeyên ÎTTÎHADUL ULEMAyê:
1- Rojîyên xwe bi heqî bigrin, gerek em, xwe xeyn ji xwarin û vexwarinê dûr nexin ji hemû gunehan dûrbikevin. Ji bona ku em bedêna xwe mihafeze bikin tiştên ku di paşîv û fitarîyê de dixwin an jî vedixwin dîqqet bikin û îsrefê nekin.
2- Xwedina Quranê herî pir bi vê mehê ya ku ew di vê mehê de hatîye şîyandin dikeve. Ji ber vê yekê gerek em miqabeleya ku sinneta pêxemberê me ye bidomînin û di rojê de herî kêm cizekî bixweyînin.
3- Ji bona em wê Qurana ku dixweyînin fêhmbikin, lazim e ku em me’na Quranê û tefsîrê jî bixweyînin.
4- Îbadetên şevê û kirina wan îbadetan îxmal nekin. Gerek em di vê meha mibarek yê ku menewîyat di vê mehê de gelek zêde dibe de di wan şevan de em xwe bi Xwedayê xwe re tenê bihêlin û tema wan îbadetên xwe bigrin û wan îbadetên xwe yên ku di nav huşuyê de dikin gerek bi temamî hebûnîyên xwe tesîr bikin.
5- Em di duayên xwe de cîh bidin birayên me yên Misilman yên li ser ‘erda cîhanê. Em ji bona wan birayên xwe di wê zorîtî û zehmetîyan de derxînin cehd û xebateke mezin bikin û vê cehd û xebatên xwe jî ji wan re bidin hîskirin. Bi taybetî jî wan birayên xwe yên ku ji bona de’wa Îslamê zilmê dîtine, ketina zindanan û mihacir bûne bîrva nekin û ji bona wan gelek dua û nîyazan bikin.
6- Gerek em meha Remezanê bikin meha de’wetê, eqrebe û cîranên xwe gerek da’weta malên xwe bikin ji bona ku ew derheqê Îslamê de bi şiûr bibin xebatê bikin. Ji vê cuda bila reîsên malê jî di vê mehê de wezîfeyên xwe yên li hember ehlê xwe baş zanibe û car din wan wezîfeyên xwe bifikire.
7- Em gerek mizgeftan heta dawîya Remezanê ji xwe re bikin mesken. Terawîhên xwe gerek bi cemaatî bikin û bi cemaata mizgeftê re jî hev dû nasbikin. Ji pîrên mizgeftê re hurmetê nîşan bidin û ji zarokên ku li taxa me ne re jî gazî mizgeftê bikin.
8- Em ji bona ku fezîleta şeva Qedrê winda nekin gerek vê şevê di hemû şevên Remezanê de bigerin. Bi taybetî jî di şevên yekem de bigerin û ehemmîyetê bidin wan şevên yekem. Bila Misilmanên ku wê şevê biqefêlin baş zanibin ku xêrên îbadetên ku di wê şevê de kirîne li gorî xêrên rojên dinê gelek zêde ye û gelek bi xêr e.
9- Em bi xemgînî destnîşan dikin ku ji îbadeta îtîqafê re ehemmîyeta wî yê bi hewce nayê dayîn. Gerek her mu’min di vê mehê de mitleqe di mizfegtekî de bikeve îtîqafê û îbadetan bike. Ew ê bibîne ku dema ku ew di îtîqafê de îbadetan bike huşuyekê zêde ew ê tem bike. Em ê di vê pêvajoyê de jî bi nefsa xwe re tenê bimînin em ê xwe bikin mihasebeyê.
10- Em bi navê ÎTTÎHADê meseleyeke dinê yê ku herî mûhîm dibînin û li ser wê meseleyê disekinin meseleya zikat, fitir û sedeqeyê ye. Gerek xelqê me zikata ku emrê Xwedê ye bighîne ehlê wê û derheqê wan kesan de jî gerek baş lêgerînê bike. Em gerek ji wan îbadetan re jî qîmeta ku wek didin nimêj û rojîyê bidin wan jî. (ÎLKHA)