Sîyonîstên îşxalker 3 micahîdan şehîd kir

Rejima îşxalker û sîyonîst, li Şerîaya Rojava êrîş li Filistînîyên ku di nav erebeyê de bûn kir, di encama êrîşê de 3 micahîd şehîd bûn.

Ekleme: 02.04.2022 14:40:31 / Güncelleme: 02.04.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku êrîş vê sibê li çar rêya Arrabeya ku li başûra Cenînêye pêk hat. Mahmud Es-Sa'dîyê Midûrê Rewşa Awarte û Alîkarîya Acîlê derheqê êrîşê de ji çapemenîyê re daxuyanî da.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin Es-Sadî di daxuyanîya xwe de ragihand ku 3 ciwanên Filistînî yên ku hê nasnavên wan nayê zanîn û hê cinazeyên wan nehatîye teslîmkirin hatin şehîdkirin.

Li gorî agahîyan hat îfadekirin ku yekîneyeke qelebalix a ji hêzên rejima îşxalker, erebeyê dorpêç kirin û nêzê seatekî nehêştin ku ambûlans jî nêzê erebeyê bibe.

Dû re ji teref Serîyyeyên Quds yê ku milê Hereketa Cîhad a Îslamî ya leşkerîyê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku wan 3 ciwanên Filistînîyên ku hatine şehîdkirin endamê wanin.

Di daxuyanîya Serîyyeyên Qudsê de hat destnîşankirin ku navê wan ciwanan ev e; Saîb Abahîre (30), Halîl Tavalîbe (24) û Seyf Ebu Lubde (25) bû ye, ji wan şehîdan her du şehîdên yê ‘ewil ji Cenînê, şehîdê dinê jî ji wîlayeta Tulkeremê bûne.

Hat îfadekirin ku wan ciwanên ku hatine şehîdkirin di sefên ku li hember rejima îşxalkeran de micadele tê kirin de aktîf dixebitîyan û ew di nav berxwedanê de jî aktîf bûn. (ÎLKHA)