Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ji bona bi hezaran malbatan dest bi alîkarîyên xwe kir

Karwana Hêvîyê ya Êlîhê, bi minasebeta meha Remezanê ji bona ku bighêje malbatên mixtac û êtîman 3 hezar kolîya xwarinê hazir kir û dest bi belavkirina wan kolîyan kir.

Ekleme: 02.04.2022 12:20:36 / Güncelleme: 02.04.2022 12:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Salîh Guzelê Serokê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew 3 hezar kolîyên xwarinê hazir kirine û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em bi navê Karwana Hêvîyê yê Êlîhê ji bona ku ji malbatên me yên mixtac û êtîman re bibin hêvî, ji sifreya wan yê fitarîyê re bibin alîkar bi şiara “Remezan Meha Hêvîyê” 3 hezar kolêyên xwerinê hazir kir û îro dest bi belavkirina wan kolîyan kir. Armanca me ev e ku em di nav vê du rojan de van kolîyên ke hazir kirine bighêjînin xwedîyê wan.”

Guzel di berdewama axavtina xwe de derheqê hindirê kolîyan de jî agahî da û destnîşan kir ku di nav kolîyan de birinc, rûn, çay, şorbe, şekir û 12 tiştên dinê yên ku ji malekî re lazim e kirine nav kolîyan.

Guzel di axavtina xwe de îfade kir ku heqê kolîyekî jî 250 TLye.

“Xêrxwazan dikarin kolîyekî bexş bikin an jî ji bona ku çend tişt bikeve nav wan kolîyan dikarin alîkarî bikin”

Guze di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ew ê di meha Remezanê de jî alîkarîyên xwe berdewam bikin û axavtina xwe weha domand, “Xêrxwazên me bi fitir, zikat û sedeqeyên xwe dikarin kolîyekî bexş bikin an jî ji bona ku çend tişt bikeve nav wan kolîyan dikarin alîkarî bikin. Di eynî demê de em ê zikat, fitir û sedeqeyên ku xêrxazên me ji me re bexş bikin jî ji bona ku bighêjînin malbatên feqîr û êtîm ew ê xebatên me jî berdewam bibe.”

Guzel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Karwana Hêvîyê ya Êlîhê ji Xwedê Teala daxwaz dikin ku bila van alîkarîyên me yên ku em jî bi alîkarîyên xêrxwazên xwe dikin, bila him bi meddî him jî bi menewî bi bereket û bi xêr bike, bila vê meha remezanê jî bike nisîbê me ku em ji vê mehê bi xweş û bi xêr îstîfade bikin.” (ÎLKHA)