Li Yemenê agirbest ew ê îro dest pê bike

Ji teref Wezareta Karên Derve yê Tirkîyeyê ve, daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ew ji agirbestîya ku li Yemenê di serê rojîyê de dest pê bike û du mehan jî berdewam bike re gelek kêfxweş bûne.

Ekleme: 02.04.2022 11:09:55 / Güncelleme: 02.04.2022 11:09:55 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de weha hat gotin:

“Me, agirbestîya ku li Yemenê di navbera Yemenîyan de, bi alîkarîya Neteweyîya Yekbûyî hatîye îlankirin û ev mitabeqeta ku ew ê du meh jî berdewam bike bi memnûnîyetî pêşwazî kir.

Em di encama vê gava ku hatîye avêtin de, îlankirina agirbestî ya li giştîyê welat û dû re jî bi teqîpkirina pêvajoyeke çareserîya bi sîyasî daxwaz dikin.

Tirkîye ew ê di vê pêvajoyê de, destekkirina xebatên Temsîlkarê Taybet ya Neteweyîya Yekbûyî, teşwîqkirina dîyaloga di navbera hemû kesan û alîkarîyên ji xelqê Yemenê re berdewam bike.

Em bawer dikin ku ji bona ewlehî û îstîqrara herêma me ew ê ku herî lazim e; îxtîlafa ku li Yemenê heye di çarçoveya qirarên Konseya Ewlehîyê ya NYyê û parametreyên ku ji teref navneteweyîyê ve hatine dîyarkirin de, di bin esasîya dîyalog û makeqanûna meşrû de bê çareserkirin e.

Hans Grundbergê Temsîlkarê Taybetê Yemenê yê NYyê, di daxuyanîya xwe yê ku doh daxuyandibû de bang kiribû ku li Yemenê hemû alîyan jî sekinandina operasyonên xwe yên ku di hewa, behr û ‘erdê de bên kirin qebûl kirin.

Tê hêvîkirin ku agibest îro li gorî seatên Tirkîyeyê di seat 19.00an de bê destpêkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: