Ji teref Youtube ve ji qenala Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re qirara “girtinê” ya bi kêfî

Youtube, qenala Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê ku ji 150î hezarî zêdetir aboneyên wê hebû, digel hemû îtîrazan bi şekleki neheqê qirara qirtinê da.

Ekleme: 01.04.2022 15:30:36 / Güncelleme: 01.04.2022 15:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Youtube, ji qenala Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê ku ji 150î hezarî zêdetir aboneyên wê hebû û ev qenala wê her meh ji milyonekî zêdetir caran dihat temaşekirin re qirara girtinê da.

Youtube, di tarîxa 21ê Kanûnê sala 2021an de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA)yê re e-maîlekî avêt ku di wê e-maîlê de dihat gotin ku qenal hatîye girtin, lê sedema girtina qenalê jî nîşandayîna “meddeyên tîryakê” yên ku ji teref hêzên tirkîyeyê ve hatibûn bidestxistin hat nîşandan.

Youtube, ji wê tarîxê heta niha îtîrazên ÎLKHAyê qebûl nekir, ew ê herî dawîn di tarîxa 26ê Adarê de bersiveke da û di bersivê de weha destnîşan kir û qirar hat dayîn ku qenal bê ku cardin neyê vekirin hat girtin.

Youtube yê ku di esasa sazîya wê de, xizmetkirina ji emperyalîst û sînonîstan re ye, nîşandayîna ev sedema ku “nîşandayîna meddeyên tîryakê”, bi ‘eslê xwe de tê dîtin ku beheneyek e.

Nexwe Youtube yê ku vîdeoyên Ajansa Nûçeyan a Îlke yê ku di serî de Filistîn û zilmên ku li ser coxrefyeya Îslamê û zilmên ku li ser Misilmanan tê kirin dide nîşandan nikare hezm bike, ji ber vê yekê di her firsetê de van vîdeoyan bi metodên sansurkirin, îhtarkirin û rakirina naverokê asteng dike. Ji ber vê yekê Youtube jî zane ku girtina qenalê yê dema ku bi wan vîdeoyan be ew ê ji wê re bertek bê nîşandan, bi vî awayî ew xwe bi beheneya ku me di nivîsên paragrafên di jor de nivîsandîye de diparêze.

ÎLKHAyê ku bi mîsyona “Bûyîna dengê însanên mezlûm, mehrûm û tehdedîtîyan” hereket dike, digel hemû astengîya Youtubeyê ew ê dev ji qîrînkirina heqîqetê bernede. (ÎLKHA)

Hûn jî daxwaz bikin ku ji vê qirara Youtube yê ku bi neheqê hatîye dayîn re, dikarin bertek nîşan bidin û ji bona vê bertekîyê hûn dikarin van qenalên ÎLKHAyê teqîb bikin:

İLKHA TV

Ilke News Agency

Ajansa Nûçeyan a Îlke

İLKHA

ئاژانسی هەواڵەکانی ئیلکە (Sorani)

وكالة إيلكا للأنباء (Arapça)