Li Srî Lankayê qedexeya derketina derve

Li Srî Lankayê di encama çalakîyên ku ji bona qrîza îqtîsadîyê pêk hat de ji mala Gotabaya Rajapaksayê Serokê Dewletê re êrîş hat kirin, ji ber vê yekê li Kolomboya paytext qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Ekleme: 01.04.2022 11:05:35 / Güncelleme: 01.04.2022 11:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku çalakîsazan, li Srî Lankayê ji ber ku qrîza îqtîsadê û ji ber ku 13 seate ceryan hatîye qutkirin li nêzê mala Rajapaksayê kom bûn.

Polês jî ji ber ku hêjmarên wan çalakîsazan zêde bûn û ji wan çalakîsazan hinekan êrîş li mala Rajapaksayê kirin midexele li wan kir û li hinek herêmên Kolomboyê qedexeya derketina derve îlan kir.

Li Srî Lankayê ji ber ku rewşa ekonomîyê ya xirab û ji ber kêmasîya mazotê çalakî hatibû destpêkirin. (ÎLKHA)