Xalid Meşal: Çalakîya li Tel Avîvê nîşan dide ku rêya ku tê hesibandin rêya berxwedanê ye

Xalid Meşalê ji Serokên HAMASê di axavtina xwe de îfade kir ku çalakîya li Tel Avîvê nîşan dide ku rêya ku tê hesibandin rêya berxwedanê ye û ew got ku “Em pêşve diçin, dijminê me jî paşve diçe”

Ekleme: 31.03.2022 15:15:32 / Güncelleme: 31.03.2022 15:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Meşal, di sohbetê xwe yê ku li ser înternetê li sernava “Berxwedan berdewam dike” de axivî û derheqê meseleya Filistînê yê ku li ser meseleyên dawîn de peyamên muhîm da.

Meşal di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê meha Remezanê mewsîmeke zor bibe, destê berxwedanê daîma li ser çekan e, ji bona Şûrê Qudsê cardin amade ne, dibe ku di meha Remezanê de hinek mizgîn çêbibin û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Rejima îşxalker di alîyekî de êrîş û neyartîyên xwe didomîne û ji bona xwe jî daxwaz dike ku bi belaşî bike nav temînata sikunetekî. Çalakîya dawî yê ku li Tel Avîvê hat kirin nîşan dide ku berxwedan rêya ku hatîye hilbîjartinê ye. Êdî normalbûnî û bazarîya ku di binê maseyan de tên kirin dawî bibe.”

Meşal di axavtina xwe ya dawî de bal kişand ku em ji bona ku ji xelasîya Filistînê emîn bibin, tiştên rastî di destê wan de heye, “Em pêşve diçin, dijminê me jî paşve diçe. Xelqê Filistînê xwedîyê ala berxwedanekî wisaye ku ev al ji herêmê heta herêman, ji nesila heta nesilan e. Çalakîyên berxwedanê yê ku xwe li Xezzeyê dida nîşandan, vê carê jî li Şerîaya Rojava yê li herêmên ku di tarîxa 1948an de hatîye îşxalkirin de xwe nîşan dide.” (ÎLKHA)