Li Şirnexê êrîşa çekdar: Mirîyek

Li navçeya Silopîya Şirnexê doh êvarê mirovek dema ku dikir bikeve erebeya xwe ji teref çend kesên ku nasnavên wan nayê zanîn ve êrîş lê hat kirin, di encama êrîşê de H.B. canê xwe ji dest da û derheqê meseleyê de 4 kes jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 31.03.2022 14:05:32 / Güncelleme: 31.03.2022 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin ji mirovekî yê kê navê wî H.B. (46)ye re doh êvarê di seat 23.30an de li navçeya Silopîya Şinexê li Taxa Cumhurîyetê ji teref hinek kesên ku nasnavên wan nayê zanîn ve êrîşî çekdarî hat kirin.

Di encama êrîşê de H.B. canê xwe ji dest da.

Hat destnîşankirin ku di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Fermandarîya Cendirmeya Bajar a Şirnexê ve hat despêkirin de, 4 kesên şikdar bi talîmata Serdozgerîya Komarîya Silopîyê hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hê berdewam dike. (ÎLKHA)