Li Emrîqayê qezaya bi zincîrî: 6 mirî

Li wîlayeta Pensilvanîaya Emrîqayê 80î erebe ji ber rewşa hewaya xirab li hev qelibîn û qeza kirin, di encama qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.03.2022 08:50:31 / Güncelleme: 31.03.2022 08:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di encama qezaya ku ji ber rewşa hewaya xirab pêk hat de 6 kes canê xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nerxweşxaneyên derdorê û tedawîyên wan jî berdewam dike.

Hat ragihandin ku sedema qezayê ev e ku qeza ji ber kaşkereke yê ku ji ber ‘erda şimitok şemitîye û di encama şemitandinê de li qemyonê qelibîye pêk hat. (ÎLKHA)