Molla Yalçin: "Gelek feydeyên rojiyê yên şexsî û civakî hene"

Endamê Desteya Rêveber a ÎTTÎHADUL ULEMA'yê Molla Abdulquddus Yalçin bal kişand li ser girîngiya Remezanê û li ser feydeyên rojiyê.

Ekleme: 30.03.2022 16:55:14 / Güncelleme: 30.03.2022 16:55:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mele Yalçin ku derbarê meha Remezanê de  ku temamê alema Îslamê li benda wê ye nirxandinan kir diyar kir ku ji hêla manewî ve gelek feydeyên rojîgirtinê hene.

Yalçinê ku di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir"Bêguman gelek feyde û hîkmetê rojîgirtinê hene, Xwedê çêtir dizane. Rojîgirtina me tenê li ser emrê Xwedê ye." wiha li nirxandina xwe zêde kir: "Rojî ji bo beden, yanî ji bo tenduristiyê bi feyde ye. Lewra  dema em ji ber hin nexweşiyan diçin cem doktor hin xwarinan qedexe dike an jî tedbîrê dide me û dibêje 'zêdetir nexwin'.  Di meha Remezanê de mehekê em tiştekî naxwin û bêhna xwe vedidin ku bi vê yekê pêşîya gelek nexweşîyan tê girtin. Hedîseke bi navê 'Rojî bigire da ku tu bi sihhet bibî' heye.Ji ber vê yekê rojîgirtin ji bo bedenê gelek feydeyên wê hene.Ev rewş hem ji aliyê alimên Îslamê û hem jî ji aliyê biyaniyan ve hatiye piştrastkirin.”

“Însan di rojîyê de wezîfeya xwe ya evdîtîyê ya li hember Xwedê çêtir û baştir dike”

Yalçin diyar kir ku di warê êşa manewî de jî gelek feydeyên rojiyê hene û wiha got: "Ji aliyê manewî ve jî feydeyên rojiyê hene. Nexasim di warê terbîyekirina nefsê de gelek feydeyên wê hene. Nefsa ku her tim daxwazên wê tên bi cî anîn dema ku di meha remezanê de ji xwe re demekê dûr tê hiştin zafîyet û aczîyeta xwe fam dike ku ji vê yekê însan wezîfeya xwe ya evdîtîyê ya li hember Xwedê çêtir û baştir dike.”

Mela Yalçin di berdewam axavtina xwe de ji Mislimanan re tewsîyeyan kir da ku di meha Remezanê fe gelek zêde îbadetan bikin û Qur’ana Kerîm bixwînin û zikrê bikşînin.(ÎLKHA)