Ji sedî 22 zam li heqê genim hat kirin

Li piyaseyên navneteweyî piştî bihabûna genim, Ofîsa Mehsûlan a Tirkiyeyê (TMO) ji sedî 22 zam li heqê genimê ku difiroşe pîşesazkaran kir.

Ekleme: 30.03.2022 16:25:32 / Güncelleme: 30.03.2022 16:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

TMOyê heqê tonê genimê nan ê ku ji pîşesazên ardê yên bi peyman re tê firotin ji 2 hezar û 650 lireyî derxist 3 hezar û 210 lireyî.

Serokê Federasyona Nanpêjên Tirkîyeyê  Halîl Îbrahîm Balcî, diyar kir ku di meha Remezanê de bihabûn çênabe û ew ê zam piştî cejnê li heqê nan bê kirin.(ÎLKHA)