Pştî 88 salan li Mizgefta Ayasofyayê cara yekem nimêja terawîhê dê bê edakirin

Nimêja terawîha ku ji ber pandemîyê li mizgeftan nedihat kirin, ew ê di Ayasofya ya ku 86 sal paşê cardin bi mizgeftî hat vekirin de bê kirin.

Ekleme: 30.03.2022 14:05:34 / Güncelleme: 30.03.2022 14:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mizgefta Ayasofya-î Kebîr 86 sal paşê bi kirina nimêja înê yê ku ji teref Alî Erbaşê Wezîrê Karên Dîyanetê ve di tarîxa 24ê Tirmehê sala 2020an de hatibû kirin ji îbadetê re hatibû vekirin.

Bû 2 sa  li mizgeftan nimêja terawîhê ji ber Covîd-19ê nedihat kirin. Misilmanan di dema pandemîyê de bi kêmbûna weqayan cardin vegerîyan mizgeftan û ji vê gihîştandinê jî gelek kêfxweş bûbûn.

Pştî 88 salan li Mizgefta Ayasofyayê cara yekem nimêja terawîhê dê bê edakirin.

Nimêja terawîhê, di tarîxa 1ê Nîsanê roja Înê de li giştîyê Tirkîyeyê dest pê bike û ew ê xelq jî li hemû mizgeftan dikaribin nimêjên xwe bikin. Li mizgeftan xeyn ji nimêja terawîhê mirov dikaribin muqabele, weaz û îtîqafê bikin. (ÎLKHA)