Li Bêdlîsê di nav 3 mehan de 1192 koçber hatin qefaltin

Walîtîya Bêdlîsê daxuyand ku li giştîyê bajêr di nav 3 mehên dawî de 1192 koçberên ku di rêyên ne fermî de ketine nav bajêr û 93 organîzator hatin qefaltin.

Ekleme: 30.03.2022 12:10:08 / Güncelleme: 30.03.2022 12:10:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref walîtîyê ve weha hat daxuyandin, “Ji teref ekîbên me yên cendermeyê ve ji bona ku qaçaxçîtî bê astengkirin û ji bona ku organîzator bên qefaltin gelek operasyon hatin kirin.

Di encama operasyonên ku di tarîxa 1ê Çileyê-28ê Adarê sala 2022yan de  1131 Efxenî, 26 Pakîstanî, 34 Bangladeşî û 1 jî ji Burmayî (Myanmar) koçber hatin qefaltin. 60 erebe û kelekeke ku di qaçaxçîtîya koçberan de tê şixulandin jî hatin bidestxistin. Derheqê 93 kesên organîzator de jî muameleyên îdarî hat destpêkirin. 1192 koçberên ku hatine qefaltin jî piştî muameleyên wan ji Îdareya Koça Bajar a Bêdlîsê re hatin teslîmkirin.” (ÎLKHA)