Rusya ew ê li alîyê Kîev û Çernîgîvê çalakîyên leşkerî kêm bike

Gotubejkarên Rusyayê ên ku hatine Stenbolê daxuyand ku ew qirar dane ew ê çalakîyên xwe yên leşkerî yên li Kîev û Çernîgîvê kêm bikin.

Ekleme: 30.03.2022 11:05:32 / Güncelleme: 30.03.2022 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî mizakereyên Rus-Ukraynayê ku li Stenbolê hat tertîpkirin alîyê Rusyayê ji çapemenîyê re daxuyanî da.

Lijneya Rusyayê di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew di encama mizakereyên îro de di hinek meseleyan de li hev kirine.

Fomînê Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rusyayê ku di lijneyê de jî wezîfedar bû daxuyand ku ew qirar dane ku ew ê çalakîyên xwe yên leşkerî yên ku li Kîev û Çernîgîvêne kêm bikin. (ÎLKHA)