Li ser ‘erdên ku hatine îşxalkirin çalakîyeke çekdarî: 5 îşxalker hatin kuştin

Hat destnîşankirin ku di Bney Brakaya ‘erdê Filistînê yê ku ji teref rejima îşxalker a sîyonîst ve hatîye îşxalkirin de çalakîyeke bi çekdarî hat kirin, di encama çalakîyê de 5 îşxalker hatin kuştin.

Ekleme: 30.03.2022 11:05:31 / Güncelleme: 30.03.2022 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çalakî, li Bney Brakê ku li rojhilata Tel Avîvê ye pêk hat. Hat ragihandin ku 5 îşxalker hatin kuştin.

Derheqê aqibeta çalakîsazê de tu agahîyek nehat bidestxistin û ji cîhê meseleyê re gelek ekîbên polêsên îşxalker hatin sewqkirin.

Li gorî xeberên çapemenîya îşxalkeran, li cîhê meseleyê kesekî hat binçavkirin lê ew kes jî kesê çalakîsaz e an jî ne çalakîsaz e nayê zanîn.

Hat destnîşankirin ku ew ê Naftalî Bennettê Serokwezîrê rejima îşxalker û sîyonîst, derheqê çalakîyê de ew ê bi rayedaran re hevdîtinek bike. (ÎLKHA)