Rusya bi fuzeyan êrîş li avahîyekî îdarî yê li Mîkolayîvê kir: 7 mirî, 22 birîndar

Hat destnîşankirin ku Rusya bi fuzeyan êrîş li avahîya bireveberîya herêmê ya ku li bajara Mîkolayîvê ku başûra Ukraynayê ye kir, di encama êrîşê de 7 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.03.2022 16:05:35 / Güncelleme: 29.03.2022 16:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Vîtaly Kîmê Walîyê Mîkolayîvê, derheqê êrîşa li avahîya îdarî de daxuyanîyek da.

Kîm di daxuyanîya xwe de weha got, “Li avahîya bireveberîya herêmê hat êrîşkirin, nîvê avahîyê xira bû. Dema ku em qala însanan û mirîyan bikin, em hemû di bin parastina Xwedê da ne û piranîyê wan  bi mucîzewî revîyan, çawa bû ez jî nizanim. Niha jî 8 sîwîl di bin enqazê de mane ku em hêvî dikin wan derxin.”

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de nîvê avahîyê xira bû û di wê alîyê de 7 kes bi mirî 22 kes bi birîndarî hatin derxistin. Tê îfadekirin hê jî hinek sîwîl di bin enqazê da ne.

Li herêmê xebatên xelaskirin û rakirina enqazê berdewam dike. (ÎLKHA)