Li Emrîqayê 60 erebe li hev qelibîn: 3 mirî

Li wîlayeta Pensîlwanyaya Emrîqayê ji ber rêya ku qeşa girtîye 60 erebe li hev qelibîn û qezayeke bi zincîrî pêk hat.

Ekleme: 29.03.2022 10:50:31 / Güncelleme: 29.03.2022 10:50:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li nêzî Balafirgeha Schuylkîll Countyê li Pensîlwanyayê pêk hat.

Hat destnîşankirin ku li herêmê herî kêm 60 erebe rêya ku ji ber bahoza berfê û barîna berfê dîtin kêm bûye qeza kirin.

Piştî qezayê hinek erebe şewîtin.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan û tê texmînkirin ku hêjmarên mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)