Li El Salvadorê di bergeha operasyonên li dijî çeteyan de nêzî 600 kes hatin binçavkirin

Polêsa El Salvadorê, piştî cînayetên ku çend rojên berê hatibû kirin operasyonek mezin li dar xist, di encama operasyonê de nêzê 600 endamê çeteyan hatin binçavkirin.

Ekleme: 28.03.2022 16:45:33 / Güncelleme: 28.03.2022 16:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Maurîcîo Arrîaza Chîcasê rêvebirê Polêsê Sîwîl yê Neteweyî, ji çapemenîyê re daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de dest nîşan kir ku ew li giştîyê welat bi tevî beşdarbûna hêzên çekdar li hember rêxistinên sûcan operasyonan tertîp kirin û di wan operasyonan de jî 576 kesan qefaltin.

Naib Bukeleyê Serokê Dewleta El Salvadorê jî derheqê meseleyê de di hîsaba xwe ya medyayê ya civakî de daxuyand ku ew bi tenê di nav du rojan de nêzê 600 kesan qefaltine û rewşa neasayîyê jî ew ê 30î rojên dinê jî dibe ku dirêj bikin.

Bukele, di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê wan kesên ku hatine qefaltin de weha peyamek da, “Nehesibînin ku ew bên berdan”

Li gorî daneyên fermî di roja înê yê borî de 14 û di roja şemîyê de jî 62 cinayet hatin kirin.

Hat destnîşankirin ku Hêzên Çekdarî yên El Salvadorê û Polêsên Sîwîl yên Neteweyî jî di kûçeyên ku talûke de ne ew ê dewrîye bavêjin. (ÎLKHA)