Serwîsa xwendekaran li erebeyekê qelibî: 12 birîndar

Li Semsûnê serwîsa xwendekaran û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 8 jê xwendekar tev de 12 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.03.2022 14:50:14 / Güncelleme: 28.03.2022 14:50:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîseke xwendekaran li erebeyeke ku plaqeya wê 55 AIF 59 e li çarrêya Taxa 23 Nîsanê yê ku girêdayê navçeya Îlkadimê ye qelibî.

Di encama qezayê de serwîsa xwendekaran li qaldirimê qelibî û 8 jê xwendekar 4 jê di erebeyê de tev de 12 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan ve hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)