Li Xezzeyê ji 12 hezar malbatan re alîkarîya meddî dê bê dayîn

Hat destnîşankirin ku ji Xezzeyê re bi navbeynkarîya Banqaya Cîhanê ji 12 hezar malbatên mixtac re alîkarîya meddî bê kirin.

Ekleme: 28.03.2022 14:40:29 / Güncelleme: 28.03.2022 14:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ahmad Majdalanîyê Wezîrê Pêşketina Sosyal yê Filistînê di radyoya Dengê Filistînê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku ji 12 hezar malbatên mixtac re bi qandî 700 şekel (3,2 hezar TL) alîkarîya meddî bê dayîn.

Majdalanî di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku wan alîkarîyan bi navbeynkarîya Banqaya Cîhanê ji malbatên mixtac yên li Xezzeyê re bê dayîn. (ÎLKHA)