Otobûsa rêwîyan gindîrî newalê: 2 mirî, 31 birîndar

Li Erzîncanê otobûseke rêwîyan gindîrî newalê, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 jê giran tev de 31 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.03.2022 11:55:11 / Güncelleme: 28.03.2022 11:55:11 / Xeberen Kurdi / Erzincan Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke yê ku seferên Ixdir-Enqereyê dikir li alîyê Bayirbaxê li daran xist û gindîrî newalê.

Di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 jê giran tev de 31 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin şîyandin li Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwedehîya Mengucek Xazîya Zaningeha Bînalî Yildirim yê Erzîncan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)