Li Wanê operasyona tîryakê: 14 binçavî

Li Wanê, di nav hefteyeke dawî de li dijî tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 14 kesên şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 28.03.2022 11:55:10 / Güncelleme: 28.03.2022 11:55:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama operasyonên ku ji teref Şubeya Micadeleya bi Sûcên Tîryakê ve di tarîxa 21-27ê Adarê de hatin kirin de 71 kîlo û 200 grem eroîn, 16 kîlo û 2 grem esrar, 2,96 grem tîryaka sentetîk, 42,87 grem benîşta Efyonê û 27 hezar heb hebên tîryakê hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 14 kesên şikdar jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)