Li Hîndîstanê otobûs li şerampolê qelibî: 8 mirî û 40 birîndar

Li wîlayeta Andhra Pradeşa Hîndîstanê otobûsek li şerampolê gêr bû, di encama qezayê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.03.2022 09:35:28 / Güncelleme: 28.03.2022 09:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Hîndîstanê hatine bidestxistin otobûseke ku beşdarê de’wetê bibe ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li nêzê bajara Tîrupatîya wîlayeta Andhra Pradeşa Hîndîstanê qeza kir.

Ji teref polêseke payebilind ve hat daxuyandin ku qeza ji ber sedema lezçûnê pêk hat.

Hat desnîşankirin ku piştî ji cîhê qezayê re ekîbên lêgerîn xelaskirinê hatin sewqkirin.

Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama qezayê de 8 kes canê xwe ji dest dan û 40 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)