Li Semsûrê dayik û 4 zarokên wê ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn

Dayik û 4 zarokên wê yên ji ber gaza karbonmonoksîtê jehrî bûn li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin.

Ekleme: 27.03.2022 14:20:29 / Güncelleme: 27.03.2022 14:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin dayika bi navê D.E ya ku li gundê Kayatepeya navendê dijî û 4 zarokên wê di mala xwe de bêhiş hatin dîtin.

Ekîbên Servîsa Lezgîn a 112an  li ser xeberê ku ji wan re hat dayîn hatin malê, tesbît kirin ku ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketiye dayik û 4 zarokên wê jehrî bûne.

Hate hînbûn ku dayik û zarokên wê hatin rakirin nexweşxanê û hat hînbûn rewşa wan niha baş e.(ÎLKHA)